Nûnerê Rêveberiya Xweser bi Partiya Çepgir a Almanyayê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi bloka Partiya Çepgir a Parlamentoya Almanyayê re li avahiya parlamentoyê ya li Berlînê civiya.

Nûnerê Rêveberiya Xweser bi Partiya Çepgir a Almanyayê re civiya
30 mijdar, 2022   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û siyasî de, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi bloka Partiya Çepgir a Parlamentoya Almanyayê re li avahiya parlamentoyê ya li Berlînê civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji Dr. Ebdulkerîm Omer û nûnerê rêveberiyê yê li Almanyayê Xalid Derwîş pêk hat. 

Di hevdîtinê de, Omer behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn. Her wiha qala hedefgirtina binesaziya herêmê, navendên xizmetguzariyê wekî cihên petrol, gazê, depoyên genim û nexweşxaneyan kir û diyar kir ku dewleta Tirk teqîna li Stenbolê kir hinceta êrişan.

Omer ji parlamenteran re got: “Me di daxuyaniya xwe de ew bûyera tirsonak şermezar kir. Me banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya bêalî kir ku lêpirsîneke adil bike û encamên wê ji raya giştî re ragihîne. Me destnîşan kir ku ne dûr e saziyên ewlehiyê yên Tirkiyê ev sûc kiriye da ku bike hinceta êrişkirina herêmê. Tirkiye dixwaze li ser hesabê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinan pêk bîne û di hilbijartinên bê de sûdê jê wergire.”

Omer destnîşan kir ku wan ji parlamenteran re diyar kiriye ku hikumeta Tirk ji bo dagirkirina Kobanê, Minbic û Til Rifetê amadekariya êrişkeke bejahî dike û anî ziman ku eger ev êriş pêk were, dê pêleke din a koçberiyê ber bi derve û nexasim ber bi Ewropayê ve çêbe, her wiha dê DAIŞ ji valahiya ku çêbe, sûdê wergire û êrişî girtîgehên ku çeteyên wê lê ne û kampa Holê bike û got: “Pê re dê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê birevin. Ev yek li ser me û civaka navneteweyî xetereyê çêdike.”

Omer bi bîr xist ku dixwazin nakokiyan bi diyalogê çareser bikin û her dewletek an aliyekî siyasî dikare di vê diyalogê de bi rolekê rabe.

Omer daxuyand wan bang li parlamenterên Alman kiriye ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û ji bo rawestandina van êrişan ku gefê li herêmê dixwin û têkoşîna navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê qels dikin, zextê li hikumetên Ewropayê bikin. Her wiha got wan bang li Parlamentoya Federal a Almanyayê jî kiriye ku gefên dewleta Tirk bixin rojeva xwe.

(şx)

ANHA