Şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn

​​​​​​​Endama Komîteya Navendî ya PYD’ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) ku li gel çar hevalên xwe di encama êrişeke de şehîd bibû, li Amûdê hat bibîranîn.

Şehîd Şîlan û hevalên wê hatin bi bîranîn
30 mijdar, 2022   10:34
QAMIŞLO

Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Amûdê bi minasebeta salvegera 18’emîn a şehadeta Şîlan Kobanê, Zekreya, Fûad, Cemîl û Ciwan ku di 29`ê Mijdara 2004`an dema dixwestin biçin Rojava li Mûsilê di encama êrişê de şehîd bibûn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Qada Jina Azad ji aliyê hevserokê Meclisa PYD’ê ya Amûdê Adil Mele Emîn ve hat xwendin.

 Adil Mele Emîn şehîd Şîlan û çar hevalên wê bi bîr anîn û destnîşan kir ku hevalê wan bi destê weke rejîma Baas û dewleta Tirk hatin şehîdxistin.

Mele Emîn der barê jiyan û têkoşîna şehîd Şîlan de agahî dan û bal kişand ser kesayeta wê.

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya Amûdê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şehîd Şîlan ji bo tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê bûye mînak û diyar kir ku ew ê li ser şopa wan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” , “Bijî Rêber APO” bi dawî bû.

(dg/cx)

ANHA