​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tirkiye têkildarî Kurdan rojavayiyan şantaj dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şantajkirina welatên rojavayî ji aliyê Tirkiyê ve, pêşketina têkiliyên Erebistana Siûdî-Çînê û serdana serokkomarê Fransayê bo Amerîkayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Tirkiye têkildarî Kurdan rojavayiyan şantaj dike
30 mijdar, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TIRKIYE ASTENGIYÊN DÎTIR LI PÊŞ ENDAMTIYA FÎNLANDIYA Û SWÊD A LI NATO’YÊ DATÎNE’

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk a dagirker ên der barê bazara li gel welatên rojavayî de ji bo berfirehkirina êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnameya El Ereb nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got Swêd û Fînlandiya ji bo wergirtina erêkirina Enqereyê li ser tevlêbûna wan a NATO`yê pêşketin pêk anîne, lê belê divê hîna hewldanan bikin. Çavdêran ev yek wek danîna astengiyên dîtir li pêş endametiya her du welatan a NATO`yê nirxand.

Çavuşoglu beriya hevdîtina bi hempîşeyên xwe yên Swêd û Fînlandiyayê re ya di civîna wezîrên karên derve ya NATO`yê ya li paytexta Romanyayê Bukreşê de ji ajansa Bloomberg re got: “Hîna hin doz hene, her du welatan pêşketin pêk anîn, hin gav avêtin lê di dema niha de têrê nakin.”

Tirkiye li dijî tevlêbûna her du welatan bo NATO`yê ye ku di Gulana borî de piştî destpêkirina şerê Rûsya-Ukraynayê daxwaza endamtiyê pêşkêş kiribû.

Di Hezîrana borî de di civîneke NATO`yê de ji 30 endamên NATO`yê 28 endaman ew daxwaz erê kiribû, lê Tirkiye û Macaristan li dijî wê yekê derketin.

Di lihevkirina sêalî ya li Madrîdê de tedbîrên pêwîst ji bo derbaskirina astnengiyên Tirkiyê, ji bo Fînlandiya û Swêdê hatibûn diyarkirin.

Di nivîsa rojnameyê de hat diyarkirin ku Tirkiye niha ji Swêdê dixwaze ku sînorekî ji çalakiyên propagandayê yên alîgirên şervanên Kurd re deyne, ku ji beriya bi dehan salan de ji bo bidestxistina rêveberiyeke xweser şer dane destpêkirin û di encamê de bi deh hezaran hatine kuştine, Tirkiye jî bi sed milyaran dolar zirar dîtiye.

Heta niha ji 30 welatên endamên NATO`yê, 28 welatan endametiya Swêd û Fînlandyayê ya NATO`yê erê kiriye. Welatên din ên erê nekirine, Tirkiye û Macaristan in ku siyaseteke serbixwe meşandin û li dijî bendên têkildarî cezayên welatên rojavayî yên li ser Rûsyayê derketin.

Enqere dibêje ku deriyên NATO`yê nikarin li pêş welatên ku piştgiriyê didin rêxistinên ku xetereyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî çêdikin, bê vekirin. Nexasim ku ev piştgirî dijberî pîvana NATO`yê ye ku welatên endam li dijî gefên derve piştgiriya hev bikin.”

‘HESABÊN CUDA YÊN HER DU DOSTÊN BALDAR PEKÎN Û RIYADÊ’

Der barê têkiliyên Erebistana Siûdî û Çînê de, rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivisî: “Mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman bi vexwendina serokê Çînê Xi Jinping Ku di 3 lûtkeyan de bi Erebistana Siûdî, dewletên Kendavê û yên Ereb re beşdar be, ji bo amerîkiyan astengiyeke din e nexasim ku dewletê mîna van lûtkeyan tenê ji bo amerîkiyan li dar dixistin. Guhertina mêvanê biqîmet peyamekê dide ku Erebistana Siûdî amade ye Çînê bi Amerîkayê biguherîne, heke DYA dev ji siyaseta xwe ya niha bernede.

Tevî ku heta niha Çînê teqez nekiriye ku Çîn dê tev li wan lûtkeyan bibe, lê Pekîn vê naxwaze vê derfetê ji dest bide ku cihê Amerîka li herêmê bigire ku tê de depoyên mezin ên petrola cîhanê hene û miqdarên mezin ê hilberînên Çînê bi kar tîne. Ev derfet çêbû piştî ku DYA`yê biryar da ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn kêm bike da ku bera hewldanên xwe bide Pekînê. Lê siûdiyan ev biryara amerîkiya li ser xwe gefeke mezin dibînin nexasim ku bêdeng man dema Îxwan Muslimîn gihaştin desthilatê li Misir û Tunisê. Li rex lihevkirina nukleerî bi Îranê re heye ku bê agahiya Riyadê danûstandinê di wî warî de dest pê kir.”

‘UKRAYNA, ÇÎN, BAZIRGANÎ Û ENERJÎ ROJEVÊN CIVÎNA BIDEN-MACRON IN’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê serdana serokkomarê Fransayê ya Amerîkayê de wiha nivîsî: "Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya li Amerîkayê dê roja pêncşemê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re çend dosyayan nîqaş bike.

Macron êvara sêşemê gihaşt Washingtonê û bernameya wî ya roja çarşemê bi gelek civînan dagirtî ye.

Rayedarên Amerîka û Fransayê got her du serok dê di hevdîtina xwe ya li Koşka Spî de gelek mijaran nîqaş bikin. Yên sereke; şerê Rûsya-Ukraynayê, çawaniya parastina piştgiriya aborî û leşkerî ji Kîevê re, bandorên şer li ser Ewropayê, metirsiyên ji enflasyonê, bihabûn û kirîna enerjiyê, her wiha dosyayên bazirganiyê di navbera her du aliyên Atlantîkê de. Her du serok dê serweriya Çînê li Okyanûsa Pasîfîk û Hindî, armancên leşkerî yên Çînê, dan û standinên nukleerî yên bi Îranê re û metirsiyên Fransayê li ser ewlehî û aramiya herêma beravê ya Afrîkayê jî gotûbêj bikin.”