Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên li ser herêma Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn de 16 deverên li navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehba bi 189 topên obîs û hawanan topbaran kirin. Di êrişên li gundê Soxanekê de 2 welatî birîndar bûn.

Bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên li ser herêma Efrînê
30 mijdar, 2022   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Deverên ku hatine topbarankirin ev in;

Şera: Tatmaraş, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê, Tinib, Îrşadiyê, Şewarxa.

Şêrawa: Meyasê, Bênê, Soxanekê.

Şehba: Zîwan, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, bendava Şehba, Şêx Îsa, Til Rifet.

Di encama topbaran li ser gundê Soxanekê ya girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî de 2 welatî birindar bûn.

Balafirên keşfê yên biçek yê dewleta Tirk a dagirker jî bênavber li asîmanê herêmê digerîn.

(cx)

ANHA