​​​​​​​Dayîkên Aştiyê: Heta rizgarkirina Efrînê em dê li ber xwe bidin

Dayîkên Aştiyê yên Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew bi xeta berxwedanê ve girêdayî ne.

​​​​​​​Dayîkên Aştiyê: Heta rizgarkirina Efrînê em dê li ber xwe bidin
29 mijdar, 2022   16:27
ŞEHBA

Bi dehan Dayîkên Aştiyê yên Herêma Efrînê li qada kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Dayîka şehîd Can Xurt, Asya Ebdo daxuyanî xwend ku tê de wiha hatiye gotin: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide me careke din koçber bike. Piştî ku hêzên navneteweyî li hember komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne bêdeng man, wê sûd ji vê bêdengiyê girt û komkujiyên dîtir li dijî gelên herêmê û gelê Kurd li herêmê pêk anîn.

Êrişên 20`ê Mijdarê berdewama planên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker in. 

Ev êriş ne nû ne, ji dema em ji warên xwe ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûne, berdewam in. Dewleta Tirk a dagirker rojane êriş herêmê dike û gelek komkujiyan pêk tîne. Em komkujiya li dijî zarokên Til Rifetê û Aqîbê pêk aniye ji bîr nakin.

Em van êrişan şermezar dikin ku qirkirina gelê herêmê armanc dikin. Her wiha em dibêjin, dê li hember siyasetên dagirker her tim şopdarên berxwedan bin. Em dev ji armanca xwe bernadin ku Efrîn ji dagirkirinê rizgar bikin û lê vegerin.

Em bang li hêzên navneteweyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku erkên xwe bînin cih û hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.”

ANHA