Dewleta Tirk vê carê gundên herêma Efrînê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker vê carê gundên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê tobparan dike. Di encama topbaranê de 2 sivîl birîndar bûne.

Dewleta Tirk vê carê gundên herêma Efrînê topbaran dike
29 mijdar, 2022   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin gundên Bênê, Soxanekê, Meyasê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê topbaran dike.

Li gorî heman agahiyan di encama topbarana li dijî gundê Soxanekê de 2 sivîl birîndar bûne.

ANHA