​​​​​​​Endamên PYD’ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn

​​​​​​​PYD’ê şaxê Kantonên Hesekê û Qamişlo salvegera 18’emîn a şehadeta şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi bîr anî û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna azadiyê da.

​​​​​​​Endamên PYD’ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn
​​​​​​​Endamên PYD’ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn
​​​​​​​Endamên PYD’ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn
​​​​​​​Endamên PYD’ê şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn
29 mijdar, 2022   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 18’emîn a şehadeta şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê ye. Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê di encama operasyoneke îstixbaratî ya bi xiyaneta aliyên Kurdî bi rêjîmên Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê de şehîd bûn.

Ji bo bîranîna wan jî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Kantonên Hesekê (navçeya Hol û bajarê Hesekê) û Qamişlo (Çilaxa, Tirbespiyê û bajarê Qamişlo) daxuyaniyên cuda dan.

PYD’ê şaxê navçeya Holê ji pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da, ji aliyê hevseroka Meclisa navçeyê Cûdî Azad ve hat xwendin, daxuyaniya li Hesekê jî ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya Hesekê Dîdem Elî ve li pêşiya navendê partiyê ya li taxa Salihiyê ya Hesekê ve hat xwendin.

Li Kantona Qamişloyê jî, daxuyniya PYD’ê şaxê navçeya Çilaxa ji aliyê endama partiyê Henan Şemo ve û li navçeya Tirbespiyê ji aliyê hevseroka PYD’ê ya navçeyê Hediye Şimo ve hat xwendin.

Li bajarê Qamişlo jî daxuyanî ji aliyê endama PYD’ê Necah Seîd ve li pêşiya goristana şehîd Delîl Sarûxan hat xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa rola şehîd Şîlan û hevalên wê di damezirandina PYD’ê de hat kirin ku damezrînerên partiyê li Rojava ne ku armanca wan avakirina civakeke xwedî nirx û siyasî li Rojava bû û tevî hemû zehmetiyan û astengiyan jî têkoşîna xwe berdewam kirin û partî li ser asta Sûriyê û Kurdistanê hat avakirin.

Her wiha soza şopandina rêya wan, parastina destkeftiyên wan û parastina îradeya azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li fedakariya şehîdan di serî de şehîd Şîlan û 4 hevalên wê derkevin û li ser şopa azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9EoocKiu4Cw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>