​​​​​​​Şêniyên Reqa êriş şermezar kirin û destek da QSD′ê

Şêniyên Reqayê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Divê şênî li dora Rêveberiya Xweser bicivin û destekê bidin QSD′ê."

​​​​​​​Şêniyên Reqa êriş şermezar kirin û destek da QSD′ê
29 mijdar, 2022   14:43
REQA

Bi sedan şêniyên Reqa, endamên saziyên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa li pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef kom bûn û xwepêşandanek li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar xist.

Xwepêşandan ber bi Çerxerêya Saetê ya li naverasta Reqayê bi diruşmên "hilweşa faşîsta Tirk", "Bijî PKK′ê", "Bijî QSD′ê" û "Bijî hêzên gerîla" dest pê kir.

Li çarxerêyê xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Buşra Elî axivî û wiha got: "Em salvegera 44′emîn  a damezrandina PKK′ê li tevahî gelên cîhanê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin."

Buşra wiha domand: "Em bi yek refî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li kêlek QSD′ê disekinin."

Her wiha berdevka Komîteya Aborî ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Cîhan Mihemed jî wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe hewl dide Osmaniyê vegerîne, vîna gelê herêmê bişikîne û destkeftiyên Rêveberiya Xweser hilweşîne."

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Dîb êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatî û binesaziytan şermezar kir û wiha got: "Em ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana QSD′ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA