Ji ber êrişên dewleta Tirk bêhtirî 21 hezar şagirt ji xwendinê bê par man

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina dibistanan şermezar kirin û destnîşan kir ku ji ber êrişan 21 hezar û 843 şagirt ji perwerdeyê bê par man û 243 dibistan hatin girtin, dibistanek bi temamî û 3 dibistan bi awayekî beşî hatin wêrankirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk bêhtirî 21 hezar şagirt ji xwendinê bê par man
29 mijdar, 2022   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina dibistanan şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji 20’ê Mijdarê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi giranî û bi hemû cûreyên çekan tê topbarankirin. Di encamê de dewleta Tirk a dagirker sûcên dermirovî û sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk anîn. Di topbaranê de binesazî, avahiyên sivîl û xizmetguzarî û dibistan kir hedef. Li herêmên li ser sînor ji ber rewşa şer û wêrankirina hin dibistanan, dibistan hatin rawestandin.

Li gorî wê, me amarên dibistanên girtî, yên wêranbûyî û hejmara şagirtên ku neçar mane ji dibistanên xwe dûr bikevin, amade kiriye:

Herêma Cizîrê: Hejmara şagirtên ku ji dibistanan dûr ketine 15 hezar û 971 e. 201 dibistan hatin girtin.

Herêma Efrînê: Hejmara şagirtên ku ji dibistanan dûr ketine 158 e û 8 dibistan hatin girtin.

Herêma Firatê: Hejmara şagirtên ku ji dibistanan dûr ketine 2 hezar û 460 e. 19 dibistan hatin girtin.

Minbic: Hejmara şagirtên ku ji dibistanan dûr ketine 3 hezar û 254 e. 15 dibistan hatin girtin.

Di encamê de 21 hezar û 843 şagirt ji dibistanan dûr ketine û 243 dibistan hatine girtin.

Hejmara dibistanên ku bi temamî wêran bûne jî 1dibistan e, ew jî ya gundê Koran ê rojhilatê bajarê Kobanê ye û 3 dibistan din bi awayekî beşî hatine wêrankirin.

Em bi tundî hedefgirtina dibistanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar dikin û bang li rêxistinên navneteweyî, mirovî û hiqûqî yên bi perwerde û fêrkirinê re têkildar in dikin ku van êrişan şermezar bikin û rawestînin.”

(mh)

ANHA