​​​​​​​ Dewleta Tirk careke din gundê Um El Kêf tobparan dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike.

​​​​​​​ Dewleta Tirk careke din gundê Um El Kêf tobparan dike
29 mijdar, 2022   15:56
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Til Temirê ya Hesekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û hewanan topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê topbaranê de nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dubarekirî gundewarê Til Temirê topbaran dike. Her wiha li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên bêmirov û yên şer berdewam e.

ANHA