​​​​​​​2 gundên li rojhilatê Zirganê tên topbarankirin

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker 2 gundên li rojhilatê Zirganê topbaran dike.

​​​​​​​2 gundên li rojhilatê Zirganê tên topbarankirin
29 mijdar, 2022   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker gundên Şêx Fatmê û Hemîdiyê yên li rojhilatê Zirganê ya Hesekê bi çekên giran topbaran dike.

Lê agahiyên der barê ziyanan de bi dest neketin.

(fr)

ANHA