​​​​​​​Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Bi pêşengiya ciwanan, bi sedan şêniyên Minbicê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
29 mijdar, 2022   13:02
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Meş bi dirûşma "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê"  ji aliyê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve hat lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Mêzan ber bi çerxerêya Meseb a naverasta bajar ve dest pê kir. Di meşê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdên QSD, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gerîla û şehîdên qurbaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin hildan.

Li çerxerêya Meseb endamê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Huzeyfa Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku terora dewleta Tirk a dagirker a li ser gelên herêmê ne tiştekî nû ye û hate gotin: "Dîroka dewleta Tirk a ji sedên salan ve bi rijandina xwînê dagirtî ye. Bi balafirên şer êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dike, bi hezar kes kirin qurbanî û birîndar kirin, ku piraniya wan sivîl in. Heman demê binsaziya herêmê û navendên xizmetguzarî kirin hedef. Ev sûc beşek ji planên wê yên mêtîngerî û siyasetên wê yên plankirî yên dagirkirina xaka Sûriyê û projeya wê asîmîlasyon û qirkirinê ye. Ev jî li ser tevahî xaka Sûriyê metirsî ye. Dixwaze desthilata Osmanî vegerîne û hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên navneteweyî, Rûsya, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Komkara Ereban berpirsên binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê  dewleta Tirk ve ne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em ciwanên malbatên şehîdên hemû binpêkirinên faşîzma dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin ku em bihustek ji xaka xwe ya ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye, terik nakin. Me di oxira azadiya xaka xwe û gelê xwe û têkbirina teror û tariyê de fedakarî kirine. Em ê li hemberî kesên ku destê xwe dirêjî azadiya xaka me û gelê me bikin bisekinin û em ê herêmên dagirkirî vegerînin."

Her wiha banga hevgirtinê û piştgiriya bi hêzên leşkerî re li şêniyên Bakur û Rojhilatê hate kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên şeremzarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA