PYD′ê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê bi bîr anîn

PYD′ê bi çalakiyên cuda şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê ku di kemîna li Mûsilê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

PYD′ê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê bi bîr anîn
PYD′ê şehîd Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê bi bîr anîn
29 mijdar, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 18′emîn a şehadeta endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê û hevrêyên wê Ciwan, Cuma, Zekeriya û Fûad e. Ew bi destê îstîxbarata rejîmên Baasê û Tirkiyê li bajarê Mûsil ê Iraqê di 29′ê Mijdara 2004′an de li ser sînorê Iraqê-Sûriyê hatin şehîdkirin.

Ji bo bîranîna şehîd Şîlan PYD′ê li gelek bajaran çalakî li dar xistin.

HERÊMA FIRATÊ

PYD′ê li pêş navenda xwe ya Kobanê daxuyaniyek da. Endamê Desteya Rêveber a PYD′ê Ehmed Xoce daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê hate gotin: "Dema şehîd Şîlan û hevrêyên wê vedigerîn Rojava hatin qetilkirin, da ku projeya me ya demokratîk a xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, têk bibin.

Vegera wan ji bo gel, doz û pêkhateyên din bû ku azar ji ber zulm û destpotiya rejîma desthilat dikişandin û mafên pêkhateyan ên rewa qedexe dikir.

Berxwedana ku şehîd Şîlan û hevrêyên wê raber kir, li cem gelê Kurd û tevahî pêkhateyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistanê veguherî çandekê.

Projeya neteweya demokratîk ji bo rizgarkirina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareya yekane ye."

HERÊMA EFRÎNÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya PYD′ê ya herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê daxuyaniyeke hevbeş da û tê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê bi bîr anîn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Rebîe Weqas bi zimanê erebî û hevserokê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya PYD′ê ya herêma Efrînê Luqman Jaro bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî şehîd Şîlan û hevrêyên wê hate şermezarkirin û hate gotin: "Îstîxbarata Sûriyê bi awayekî zêde bi ser wan de girt da ku wan bigirin û derbeyekê li têkoşîna me bidin.

Ev hevrêyên me xwedî taybetmendiyên paqij bûn, israr û pabendbûna wan bi fikirên rêber Ocalan û şoreşê di radeyên herî bilind de bûn û helwestên wan li hember xayînan tund bûn."

HELEB

PYD′ê li ser bîranîna şehîd Şîlan û hevrêyên wê daxuyaniyek da. Endama rêveber a Meclisa Jinan a PYD′ê Sena Mihemed Elî li pêş hola Elwan a li taxa Şiqeyêf a Helebê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê hatin bîranîn û hate gotin: "Di demekê de ku dem herî zehmet bûn û qonaxên hestiyar û xeternak hebûn, van hêzên hevrêyên me şehîd xistine, xwestin derbeyekê li partiya me bikin.

Îro şoreşek civakî li dar e, bê guman ew yek berhema fedekariyên şehîdên azadiyê ne, mîna Şîlan û hevrêyên wê ku di erkên xwe yên şoreşgerî de israr kirin.

Berxwedana şehîdan û sekna wan li hember her kesê hewl da me ji rêya me bi dûr bixe, wê jî hişt em bigihînin roja îro û şoreşa civakî bi rê ve bibin û xwe bigihînin avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.

Salvegera şehadeta têkoşer Şîlan û hevrêyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî qonaxeke girîng û hestiyar pêk tê.

Divê em heta pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk ku rola hemûyan diparêze, xebatê dewam bikin û em soz didin gelê xwe ku em ê rêça şehîdan heta pêkanîna hêviyên wan ên azadî, rûmet û piştgiriya Rêveberiya Xweser bişopînin."

(fr)

ANHA