NY wê derxistina Îranê ji Komîsyona Statuya Jinan bixe dengdanê

Konseya Civakî û Aborî ya NY`ê, wê pêşniyara ku Îran ji Komîsyona Statuya Jinan bê derxistin bide dengdanê.

NY wê derxistina Îranê ji Komîsyona Statuya Jinan bixe dengdanê
29 mijdar, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya France 24, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber helwesta hêzên Îranê ya li hemberî xwepêşandanên bi pêşengiya jinan didomin serî li Konseya Civakî û Aborî ya NY`ê da û xwest ku Îran ji Komîsyona Statuya Jinan bê derxistin.

Piştî serlêdanê konseyê biryar girt ku pêşniyarê di 14`ê Kanûnê de bixe dengdanê.

Konseya ku ji nûnerên 54 welatan pêk tê wê biryara derxistina yan jî dernexistina Îranê bide.

Komsîyona Statuya Jinan ji nûnerên 45 welatan pêk tê, Îran jî wekî endamek tê de cih digire. Her çar salan carekê dicive û plansaziya xwe derdixîne. Di pêşniyara Amerîkayê de tê xwestin ku Îran di plansaziya 2022-2026`an de cih negire û ji endamtiyê bê derxistin.

(fr)