Dagirker qirkirina xwezayê didomînin

Çeteyên Sultan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bi sedan dar birîn.

Dagirker qirkirina xwezayê didomînin
29 mijdar, 2022   11:53
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, çeteyên Sultan Mûrad ên bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebû Xazî Xirad li daristanên gundên Sînka, Ereb Wêran û Meydankê yên navçeya Şera ya Efrînê bi sedan dar birîn.

Çavkaniyan ragihand ku çete beşek ji daran dibin baregehên xwe, beşekî jî vediguhêzin Tirkiyê û difiroşin.

Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve di 2018`an de hat dagirkirin, leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wan bênavber darên zeytûnan û daristanan dibirin, herêmê talan dikin.

(fr)

ANHA