​​​​​​​Berxwedana li Rojhilat û Îranê bi çalakiyan berdewam dike

Tevî zextên dewleta Îranê ya li hemberî xwepêşanderan berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi çalakiyên cuda berdewam dike.

​​​​​​​Berxwedana li Rojhilat û Îranê bi çalakiyan berdewam dike
29 mijdar, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Sine û Abdanan ên Rojhilatê Kurdistanê duh careke din ciwan daketin kolanan û çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.

Her wiha li hinek zanîngehen Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Sine xwendevanan çalakî û nerazîbûnên xwe berdewam kirin.

Di nava bajaran de hêzên Îranê gelek bend danîne û ji bo girtin û binçavkirina xwepêşandanan di nava liv û tevgerê de ne.

Duh li bajarê Sine 4 endamên malbarekê ku ji 2 xwişk û 2 bira pêk tên yên bi navê Afaq, Şemsê, Perwîz û Xesrew hatin girtin.

Li bajarê Mehabatê jî cenazeyê Şoreş Nîknam ku ji berî niha di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin, bi tevlîbûna dehan kesan li gundê Qelacuxe hate veşartin.

Li bajarên Îranê jî, beşek ji xwendevanên zanîngeh û peymangehan xwepêşandanên xwe berdewam kirin û nerazîbûn nîşan dan. Herwiha li hinek herêmên Tehranê jî çalakiyên cuda hatin kirin.

Her wiha beşek ji karker û şofêrên barhilgir li bajarên weke Kirmaşan, Esefehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebas gireva xwe berdewam kirin.

Her wiha 4 rêxistinên teqawîtê, piştgirî dan xwepêşandanan û daxwaz kirin ku dawî li cudakariya zayendî ya li welat were û demildest hemû girtî werin berdan û kesên destê wan li bêdengkirin û êşkencekirina xwepêşanderan de hene werin girtin û dadgehkirin.

Her çar rêxistinan hişyarî dan ku eger guh nedin daxwazên xwepêşanderan, wê bi hêzê nekarin dengê kolanan bêdeng bikin û wê xelk bi tundî bersiv bidin.