Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan kir
29 mijdar, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bikin serlêdan kir.

Parêzerên ku nêzî du sal in nikarin agahiyê ji Ocalan werbigirin, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

19 meh in ji rêber Ocalan agahî nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin. Hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn.

Herî dawî qedexeya hevdîtinê ya 13'ê Nîsanê birî bûn 18'ê Cotmehê bi dawî bû û piştre ev qedexe bi otomatîk ji bo şeş mehên din hatibû dirêjkirin.