Fermandara QSD`ê: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina DAIŞ`ê ne

Endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed got ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampa Holê bi armanca zindîkirina DAIŞ`ê ne.

Fermandara QSD`ê: Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji bo zindîkirina DAIŞ`ê ne
29 mijdar, 2022   11:26
 HESEKÊ

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed beşdarî civîna ku ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Navenda Têkiliyan a Kongra Star ve duh hatibû organîzekirin, bû.

Newroz di civîna ku der barê êrişên Tirkiyeyê ya bi rêya online hat lidarxistin de bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker demeke dirêj e êrişî herêmê dike, lê ji 19`ê Mijdarê de ev êriş djiwartir kirine û komkujiya ku şeva 19-20`ê Mijdarê li gundê Teqil Beqil yê herêma Koçerat a Dêrikê pêk hatiye bi bîr xist.

Newroz Ehmed diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser kampa Holê bi armanca zindîkirina DAIŞ`ê pêk hatiye û bal kişand ser çeteyên ku piştî êrişê hewl da ji kampê birevin.

Newroz bêhelwestiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişan rexne kir û xwest ku Koalîsyona Navneteweyî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Newroz Ehmed helwesta Rûsyayê û hikumeta Şamê jî wekî “helwesteke lawaz” nirxand.

(cx)