Şervanê parastina ewlehiya kampa Holê dikir hate oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şehîd Mahir Hewas El Muhsin ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên parastina ewlehiya kampa Holê dikir de oxir kir.

Şervanê parastina ewlehiya kampa Holê dikir hate oxirkirin
28 mijdar, 2022   13:05
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervaê QSD′ê Mahir Hewas El Muhsin (Enes Qamişlo)  li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. Enes Qamişlo di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de di 23′yê Mijdarê de li dijî nuqteyeke hêzên parastina kampa Holê ya Hesekê ku tê de bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ′ê hene, da ku birevin, şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şênî, endamên meclisên kantona Qamişloyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd rakir û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Li goristanê, hevserokê Gerînendetiya Kar û Barên Koçberan a Herêma Cizîrê Fêroşah Remedan axivî û sersaxiya malbata şehîd xwest.

Li ser rola şehîdan di parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remedan wiha got: "Ne ji lehengiya şehîdan bûya, em ne li vir bûn û ev destkeftî pêk nedihatin."

Remedan ev tişt got: "Bi baweriya bi diruşma û felsefeya ′berxwedan jiyan e′ divê em têkoşînê bilind bikin û li dora hêzên xwe yên leşkerî ku nûnertiya me dikin, bicivin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Mihemd Zêdan li ser navê QSD′ê axivî û soza şopandina rêça şehîdan û parastina welat heta pêkanîna serkeftinê da.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi diruşmên şehîd namirin hate oxirkirin.

(fr)

ANHA