​​​​​​​Li Hesekê û Şedadê merasîma oxirkirina 6 şehîdan

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê cenazeyên 6 şehîdên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmên biheybet li Hesekê û Şedadê oxir kirin.

28 mijdar, 2022   12:54
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî kom bûn û berê xwe da berê xwe da goristana şehîdan a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê da ku beşdarî merasîma oxirkirina 5 şehîdan bibin.

Navên şehîdan wiha ne; şervanên QSD′ê Seyfedîn Mihemed (Yaqûb Hesekê), Xelîl El Hemîd El Cilêb (Egîd Til Birak) ên di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî nuqteyeke hêzên parastina kampa Holê di 23′yê Mijdarê de şehîd bûbûn, Ebdulhemîd Ebdulhey (Dilşêr Amiriyê) di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeya Til Temirê di 22′yê Mijdarê de şehîd bûbû, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Elî El Xilêf û Bedran Kenaş El Xedban ên di qezaya trafîkê de li gundewarên Dêrazorê di 26′ê Mijdarê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û got: "Şehîdên me soz da gelê xwe ku xak û rûmeta xwe heta nefesa dawîn biparêzin, soza xwe pêk anîn û tev li karwanên şehîdan bûn."

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a herêma Cizîrê Ehmed Deran jî wiha axivî: "Em hemû dizanin ku Erdoganê sûcdar ji bo êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi armanca dagirkirina xakê û koçberkirina şêniyan, li erêkirina Rûsya û Amerîkayê digere. Em soz didin şehîdan ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî li ser rêça wan bin."

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê Selman Nûhî jî got: "Em soz didin gel û malbatên şehîdan ku ew ê wan û welat li hember hemû êrişan biparêzin.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Dûre cenazeyên şehîd Seyfedîn Mihemed, Xelîl Elî El Hemîd El Cilêb û Ebdulhemîd Ebduhey di nava tilîliyan de spartin axê. Cezayên Mehmûd El El Xilêf û Berdan Kenaş a El Xedban veguhastina goristana şehîdan a Til Temirê.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî bi sedan şêniyan cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD'ê) Mihemed Elî Hisên li goristana şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şehîd Mihemed Elî Hisên (Demhat Zirgan) di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Zirganê di 23'ê Mijdarê de şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ebîr El Tean axivî. Ebîr sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina asta berxwedanê. Ebîr her wiha got: "Gelê herêmê li ber xwe dide û dê projeya rêveberiya xwe ya xweser û neteweya demokratîk temam bike. Ew ê dest ji xeyalê zarokên xwe yên şehîd bernede, ev yek jî bi saya hevgirtina hemû pêkhateyan dê pêk were.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewda El Hisên jî axivî. El Hisên di axaftina xwe de soza parastina herêmê da û wiha got: "Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku em ê rêya şehîdan bidomînin û heya nefesa dawîn xak û gelê xwe biparêzin.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Deham El Ferec wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(fr, hs)

ANHA