​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Til Hemîsê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û soza bilindkirina berxwedan û têkoşînê da û got, "Çiqas êriş tund bin em teslîm nabin."

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
28 mijdar, 2022   13:47
QAMILO

Di çarçoveya bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi sedan şêniyên Til Hemîsê ya Qamişloyê, endamên saziyên sivîl ên bajarokên Til Ehmed, Ebû Cirn, Ukaz û Ceza, kesayetên siaysî, rûspiyên eşîran xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanda ji pêş avahiya Meclisa navçeya Til Hemîsê dest pê kir.

Li Çerxerêya Şehîdan a li bakurê navçeyê, xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Fatme Ehmed axivî û wiha got: "Em ê bi canê xwe li hember balafir û tankên we bisekinin û em ê xaka xwe biparêzin."

Li aliyekî din jî, serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihemed El Deham wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker mîna plan kiriye nikarî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigirta. Ji lew re welatî, binesazî û avahiyên xizmetguzariyê hedef digire. Çiqas êriş tund bin, em tesmîl nabin."

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Til Hemîsê Etaallah El Sebi soz da ku ew ê tola şehîdan hilînin û heta serkeftinê li ser şopa wan bin û destekê bidin QSD′ê.

Endamê rêveber ê Akamdemiyên Civaka Demokratîk a Til Temîsê Ebduselam El Casim jî wiha got: "Planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, dê bi saya hişyarbûna şêniyan li ser van planan têk biçin."

(fr)

ANHA