Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin, ku li Dêrazorê di encama qezaya trafîkê de şehîd bibûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin
28 mijdar, 2022   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermi têkilîdar şehadeta 2 endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja Şemiyê 26’ê Mijdarê, her du endamên Asayîşa bajarê Hesekê Mehmûd El Xelef û Bedran El Xedban li gundewarê Dêrezorê dema erka xwe ya parastina herêm û gelê xwe bi cih dianîn, di qezayeke trafîkê de gihîştin asta şehadetê.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê şehîd: Mehmûd El-Xelef

Navê Bav: Elî

Navê Dayikê: Emîne

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 26.1.2022

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.2022

***

Navê şehîd: Bedran El-Xedban

Navê Bav: Kenaş

Navê Dayikê: Aliye

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 16.06.2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.2022

Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin, bi rêz û hurmet li hember giyanê şehîdên xwe yên bi rûmet bejna xwe ditewînin. Em soz didin gelê xwe ku em ê li ser şopa rêya şehîdan bimeşin û em ê jiyan û tiştên xwe yên herî bi qîmet pêşkêş bikin heta ku em li hemû herêmên xwe ewlehî û aştiyê pêk tînin.”

(cx)