Çavkaniyên ewlehiyê: Hewldana êrişa li ser kampa Holê hat têkbirin

Çavkaniyên ewlehiyê ji ajansa me re ragihand ku hewldaneke êrişê ya li ser kampa Holê ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê ne, hatiye têkbirin.

Çavkaniyên ewlehiyê: Hewldana êrişa li ser kampa Holê hat têkbirin
28 mijdar, 2022   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, duh (27`ê Mijdarê) kesên nenas ên li ser 2 motorsîklêtan hewl da ji gundê El Xan ê 15 kîlometre dûrî kampa Holê, êrişî kampê bikin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku şêniyên gund Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahdar kirine ku kesên nenas gule berdane welatiyan, lewma yekser çûne cihê bûyerê.

Derket holê ku di navbera kesên nenas û gundiyan de nîqaş çêbûye û gule hatine berdan. Di encamê de kesên nenas reviyan û motorsîkletek li pey xwe hişt. Hêzên Ewlekariya Hundirîn hîn jî li wan digerin.

Balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Mijdarê de êrişî hêzên parastinê yên li kampa Holê kiribû. Di encamê de 8 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD') ku erka parastina kampê dikir, şehîd bûbûn.

(hs)

ANHA