ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2022ʹYAN
27 mijdar, 2022   23:00

-Şêniyên Hesekê cenazeyê hejmarek şehîdên êrişn dewleta Tirk a dagirker de li Goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, saet 10:30ʹan. Şêniyên Şedadê jî cenazeyê şehîd Mihemed Elî Hisên li goristana şehîdan a navçeyê vedişêrin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo şehîdê QSDʹê Mahir li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar dikin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevkê Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî Nebîl Werdê têkildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Em ê heta nefesa xwe ya dawî li dijî hemû êrişên ku herêmê dikin hedef, li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên ji Qamişloyê ku di salên 1980’yî de PKK nas kiriye û rêber Abdullah Ocalan dîtiye, ji wê demê de tev li xebatên rêxistinê bûn. Dayikan diyar kir ku PKK ji bo gelê Kurd jiyaneke azad diafirîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê amerîkî Calvin Wilder hişyarî da û got êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandoreke neyînî li şerê li dijî DAIŞ'ê bike. (BI WÊNE).

- Şêniyên Tebqa û Şêrawayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew ê berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Pêkanîna guhertineke fikrî di civakan de, ji akademiyên ku di belavkirin û pêşxistina rêbazên lêkolînê û pêkanîna armancên şoreşê de weke aliyê sereke tên hesibandin, dest pê dike. 2 hezar û 233 jin û 225 mêr, di gelek dewreyên perwerdeyê yên girtî û vekirî de yên 13 akademiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derçûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Seroka Komeleya Tunisî ya Jinên Demokratk Nayle El Zexlamî da zanîn ku bilindkirina dengê jinan û banga pêkanîna wekheviya giştî û aktîfkirina wê di qanûnê de dê zihniyeta baviksalarî têk bibe û got, "Diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû diruşmayeke gerdûnî ya pêkanîna demokrasî û azadiyê." (BI WÊNE)

ANHA