​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye

Pêkanîna guhertineke fikrî di civakan de, ji akademiyên ku di belavkirin û pêşxistina rêbazên lêkolînê û pêkanîna armancên şoreşê de weke aliyê sereke tên hesibandin, dest pê dike. 2 hezar û 233 jin û 225 mêr, di gelek dewreyên perwerdeyê yên girtî û vekirî de yên 13 akademiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derçûn.

​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
​​​​​​​Akademî yek  ji stûnên pêşxistina fikrî ye
28 mijdar, 2022   03:24
NAVENDA NÛÇEYAN – SILAVA EBDUREHMAN

Akademî yek ji saziyên herî girîng in ku di belavkirina fikrên neteweya demokratîk de roleke sereke dilîzin. Bi destpêkirina Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina Rêveberiya Xweser re, yekemîn navenda Akademiya Civaka Demokratîk li navçeya Rimêlanê bi navê "Dr. Nûrî Dêrsimî" hate vekirin.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 13 akademiyên jinan hatine vekirin. Ji wan 8 akademiyên Kongra Star in ku bi navên "Star" tên nasîn. Her wiha 2 akademiyên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM); Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb li Til Hemîsê û Akademiya Şehîd Zîlan Ereb li Minbicê ye hene. Ji bo Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî akademî hatin vekirin. Di heman demê de akademiyek taybet a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi (Akademiya Şehîd Hîra) hatiye vekirin.

Ev akademî perwerdeyên li ser dîroka (Kurdistan, Sûriye, jin, jinên Kurdistanî, Rojhilata Navîn) didin da ku hişmendiya ku di zihniyeta civakê de cih girtiye biguherîne. Her wiha ev mijar jî tên dayîn; (civaka xwezayî, olên yekxwedayî, neteweya demokratîk, hêza serdest a navendî, desthilatdarî û rêveberiya demokratîk, sosyalîzm û kapîtalîzm, hevjiyana azad, çand, exlaq, qanûn, demokrasî, asîmîlasyon, qirkirina siyasî, ezmûna şerê gel ê şoreşgerî, şerê taybet, pirsgirêka Kurd û hevsengiyên netewe-dewleta li Rojhilata Navîn, çanda neteweya demokratîk, di neteweya demokratîk de pergala xweparastinê, modernîteya kapîtalîst).

Van akademiyan deriyên xwe ji bo kesên ku dixwazin xwe pêş bixin vekirin. Di salên 2021-2022ʹyan de hejmara perwerdeyên girtî yên ku li van akademiyan hatin vekirin gihiştin 25'an û tê de 403 jinan perwerde dît. Hejmara perwerdeyên vekirî jî gihişt 94ʹan  û tê de hezar û 830 jin tev lê bûn.

Her wiha 4 perwerdeyên girtî ji bo mêran hatin vekirin ku 76 mêr tev lê bûn. 9 perwerdeyên vekirî jî hatin birêxistinkirin ku 149 mêr tev lê bûn. 21 dewreyên vekirî ku tê de 535 jin û mêr tev lê bibûn, hatin vekirin.

Dema van di navbera 15-45 rojan de ye û ji aliyê kadroyên pispor ên Kongra Star û TEV-DEMʹê ve tên dayîn.

ŞOREŞEKE ÎDEOLOJÎK        

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Bêrîvan Yûnis girîngiya van dewreyên ku ji aliyê Kongra Star ve tên dayîn nirxand. Bêrîvan Yûnis wiha got: "Wê ev perwerde zihniyeta di nav civakê de biguhere û hemû pirsgirêkên heyî yên ku bi hezarêm salan di civakên ku li ser bingehên çînayetî hatine avakirin de kom bûne, çareser bike."

Bêrîvan Yûnis wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şoreşa me şoreşeke fikrî ye. Bi destpêkirina şoreşa li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me hewl da ku li ser bingeh û rêgezên neteweya demokratîk kesayeteke nû ava bikin. Heman tişt ji bo saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî derbasdar e da ku naverok û cewher hevgirtî bin."

Bêrîvan Yûnis bal kişand ser pergala neteweya demokratîk ku ji komînê dest pê dike û wiha domand: "Ji bo pênaseya wê ked û têkoşîneke mezin pêwîst bû, ji ber ku zihniyeta desthilatdar di nava civakê de kûr bû, lewma li gorî fikrê rêber Abdullah Ocalan me dest bi belavkirina fikrê demokratîk kir."

Me hewl da ku em nêrîna biçûkxistina jinan ku wiha lê dihat temaşekirin ku ji bilî malê cihê wê nemaye, biguherînin û zihniyeta kapîtalîst a ku jin îstîsmar dikir û ew dikir amûra propaganda û reklamê ji holê rakin. Ev jî bi rêya danasîna wê bi nasname û cewhera wê û paqijkirina kesayeta wê pêk tê."

Xelîl El Omerî ji şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ku yek ji kesên ku tev li perwerdeyên Akademiya Şehîd Rojbîn Ereb bûye wiha axivî: "Bi perwerdeyê re dibe ku zihniyeta baviksalar a desthilatdar ku kontrola xwe li ser hemû qadan xurt kiriye, were guhertin. Her wiha wê jin jî bikaribin mafên xwe yên desteserkirî bi dest bixin."

El Omerî bal kişand ser nêrîna kêm a ku berê li jinan dihat nêrandin û got ku ew wek kesek kêm dihat dîtin, tenê bi karûbarên malbatê ve mijûl û mafê wê xwendin û fêrkirinê tunebû.

Bêrîvan teqez kir ku guhertineke bingehîn di kesayeta jin û mêrên ku tev li perwerdeyê dibin, çêdibe.

XWENASKIRIN

Ji jinên ku perwerde dîtiye û ev 5 sal in endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star e, Rîham El Elî encamên perwerdeyê bi kurtasî wiha anî ziman: "Min qada hînkirina jinan û dayîna semîneran ji wan re hilbijart. Ji ber ku piştî min perwerde dît, ez zana bûm û min rastiya xwe nas kir. Ji bo wê jî ez dibînim ku erka min e ez vê zanînê bighînim wan jî."

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Hesekê Koçer Hisên jî anî ziman ku komîteya perwerdeyê yek ji komîteyên sereke yên Kongra Star e ku dikarin bi rêya wê zihniyeta baviksalarî ya ku bi hezaran salan di nava civakê de cih girtiye, bişkîne û fikirê neteweya demokratîk û paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan belav bike.

Koçer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên li pêşiya komîteyê û wiha got: "Zehmetî çi dibin bila bibin, ji bo guhertina zihniyetek a di nava civakê de, hewldaneke mezin pêwîst e."

(hs)

ANHA