Dayik: PKK jiyaneke azad ji bo Kurdan diafirîne

Dayikên ji Qamişloyê ku di salên 1980’yî de PKK nas kiriye û rêber Abdullah Ocalan dîtiye, ji wê demê de tev li xebatên rêxistinê bûn. Dayikan diyar kir ku PKK ji bo gelê Kurd jiyaneke azad diafirîne.

Dayik: PKK jiyaneke azad ji bo Kurdan diafirîne
28 mijdar, 2022   01:47
QAMIŞLO - DELÎLA GABAR

Dayikên ji Qamişloyê yên ku di salên 1980’yî de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas kiriye, têkildarî salvegera 44`emîn a damezirandina PKK`ê ji ajansa me axivîn.

Nafiya Esed yek ji wan dayikan e ku rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Nafiya Esed salvegera damezirandina PKK`ê li rêber Ocalan, şehîdên azadiyê, gerîla û girtiyan pîroz kir û diyar kir ku bi avakirina PKK’ê re wan doza xwe nas kir.

Nafiya di salên 1980’yî de bi rêya malbateke ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber zilma dewleta Tirk koçberî Rojava bûbû, PKK`ê nas dike, deriyê xwe ji gerîla re vedike û fikrên rêber Ocalan di nava malbat û xizmên xwe de belav dike. Her wiha bi jinan re di nava civakê de xebatên rêxistinî dide meşandin. Yadê Nafiya û hevjînê wê li Qamişloyê tax bi tax digerin û alîkariyê kom dikin û zarokên xwe li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan mezin dikin.

Nafiya Esed di salên 1990’î de diçe Lubnanê û rêber Ocalan dibîne. Yadê Nafiya wiha behsa wan rojan dike: “Em pir kêfxweş bûn, tevahî gel bi coş bû, ji ber ku dîtina Rêbertî ji me re xeyal bû. Wê demê rewşa Lubnanê ne aram bû û îhtîmal hebû ku Îsraîl êrişan pêk bîne. Ji me re gotin rewş pir xirab e, hûn bixwazin vegerin. Me got çi dibe bila bibe em venagerin, em ê rêberê xwe bibînin. Em nêzî 15 hezar kes bûn, em bi rê ketin û çûn dîtina Rêbertî. Rêbertî li ser doza jinan axivî û diyar kir ku bi pêşengiya jinan malbat û civak tê birêveberin. Wê rojê Rêbertî 6 saetan ji gel re axivî. Ji dayikan bi taybetî xwest zarokên xwe li gorî nirxên welatparêziyê mezin bikin.”

Yadê Nafiya cara duyemîn bi dayika xwe re diçe hevdîtina rêber Abdullah Ocalan û wê carê wiha tîne ziman: “Ez û dayika xwe ya 80 salî ku digot berî mirinê divê ez rêberê xwe bibînim, pir bi zehmetî me ew sînor derbas kirin û çûn dîtina Rêbertî. Em carinan neçar diman li çolan bimînin.

Fikrên Rêbertî ne tenê bandor li jinên Kurd kiriye, lê belê roja îroyîn ji Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku Rêbertî afirandiye, jin tê dikoşin. Heta ez bi gopalan jî bimeşim, ez ê xizmetkarê gelê xwe bim. PKK jiyaneke azad ji Kurdan re diafirîne.”

Dayika Necah Gulo jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ye. Li ser naskirina PKK’ê û dîtina rêber Ocalan û têkoşîna jinan wiha dibêje: “Barzaniyan wê demê di nava têkoşînê de tu rol nedida jinan, tenê bi mêran re diciviyan. Lê di 1982’yan de me PKK nas kir. Endamên partiyê derbasî mala me dibûn û bi rojan diman. Bi hemû endamên malbatê re diciviyan û qala têkoşîna tevgera Apoyî dikirin.”

Têkoşîn û şehadeta Mazlûm Dogan li Girtîgeha Amedê bandorê li malbatê dike, ji lew re Yadê Necah navê Mazlûm li kurê xwe dike, ku ew jî tevî dapîrê xwe Yûsif Gulo û kurê meta xwe Mihemed Gulo di 9`ê Mijdara 2021`an de şehîd bû. Piştî wê jî tevlêbûna nava partiyê û xebatên rêxistinî çêdibe. Di 1986`an de yekem kom ji Qamişloyê derdikeve çiyê. Di nava wê komê de hevjînê yadê Necah şehîd Nûredîn (Mistefa) jî hebûye.  

Dayika Necah Gulo dibêje ku di salên 1990’î de 3 zarokên xwe amade kirin da ku biçin Lubnanê û rêber Ocalan bibînin. Lê belê nebûna nasnameyê dide pirsgirêk. Ji ber wê yekê yadê Necah nasnameya miroveke xwe digire û piştî rêwîtiyeke dirêj digihêje Lubnanê.

Yadê Necah hestên xwe yên dema dîtina rêber Ocalan bi van gotinan tîne ziman: “Cara yekê bû ku me rêberekî kurdistanî didît. Min bawer nekir ku ez li pêşiya Rêbertî me, hemû kesên li wê derê di nava kêfxweşiyeke mezin de bûn. Rêbertî ji me re behsa serhildanên Kurdan kir, li ser jinan û rola dayikan axivî. Moraleke pir cuda da me. Wekî ku ez ji nû ve ji dayik bûm. Wekî jin min dest bi têkoşînê kir û cihê xwe di nava şoreşê de girt. Em hefteyekê li cem Rêbertî man û me perwerde dît.”

Di 5’ê Kanûna 1997’an de yadê Necah careke din diçe cem rêber Ocalan. Ew û kurê xwe bi hev re perwerdeyê dibînin. Yadê Necah wan kêliyan jî wiha vedibêje: “Dengê dilê min bilind dibû. Ez li milê wî yê çepê rûniştim, bixêrhatina me kir. Ez tev li perweredeya 6 mehan bûm. Min di perwerdeyê de xwe û rastiya jinan nas kir, her wiha min dîroka jinan nas kir.”

Necah Gulo diyar kir ku piştî cara duyemîn wê rêber Abdullah Ocalan dîtiye, soz da ku ew ê heta dawiyê li ser vê rêyê be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Soza me ji Rêbertî bû ku em ji doza xwe venegerin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin û tê bikoşin. Rêbertî hêzeke mezin da jinan, divê em li dora Rêbertî bibin xelaka ji agir. Di vê demê de ji me tê xwestin ku em li qadên rêxistin û şoreşê bin.”

(cx)

ANHA