​​​​​​​Ji ber ambargoyê kehrebe li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê qut e

Ji ber ambargoya ku hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye û li ber derbaskirina madeyên sereke nexasim sotemeniyan digirin, herdu tax di tarîtiyê de mane.

​​​​​​​Ji ber ambargoyê kehrebe li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê qut e
27 mijdar, 2022   20:43
HELEB

Ji ber ambargoya ku Firqeya 4ʹan a hêzên hikimeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, vê êvarê herdu tax di tarîtiyê de man. Di wêneyên ku nûçegihanê me kişandine de ev yek diyar e.

Berpirsên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan zanîn ku qutbûna kehrebeyê ji ber tunebûna mazotê ya ji bo pêxistina jenartoran û ambargoyê ye.

Hemwextî vê ambargoyê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û binsaziya herêmê û navendên xizmetguzariyê dike hedef. Di encamên van êrişan de kehrebe ji Dêrik, heta Kobanê qut e. Ev dide diyarkirin ku planeke dewleta Tirk û hikumeta Şamê li dijî Rêveberiya Xweser heye.

 (mh)

ANHA