​​​​​​​ʹEger Rûsya û Amerîkayê erkên xwe bi cih neynin bila derkevinʹ

Şêniyên Tebqa û Şêrawayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew ê berxwedan û şerê gel ê şoreşgerî bidomînin.

​​​​​​​ʹEger Rûsya û Amerîkayê erkên xwe bi cih neynin bila derkevinʹ
27 mijdar, 2022   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Tebqayê diyar kir li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew ê xwe biparêzin.

/kr/uploads/files/2022/11/27/204410_-.webp

Welatiyê bi nav Mîlad Faris got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmê me ew e ku projeya me ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe."

Mîlad Faris bal kişand ser bêdengiya Amerîka û Rûsyayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û got: "Eger erkên xwe bi cih neynin bila ji xaka me derkevin. Em ê parastina xaka xwe bikin û bêyî ku em hewcedarî hêzên derve bin, em ê bersiva êrişan bidin."

Mîlad Faris di dawiya axaftina xwe de bang li deste û rêxistinên hiqûqî kir û got "Li hemberî dewleta Tirk a dagirker destekê bidin hêzên me di tevahî qadên navneteweyî de, da ku dengê gelên azadîxwaz ragihînin ji bo ku mafên xwe yên jiyaneke aştiyane û ewle bi dest bixin."

/kr/uploads/files/2022/11/27/204227_-.webp

Welatiyê bi navê Ubeyd El Nehar jî got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi serkêşiya dîkator Erdogan israra me ya berxwedanê, girêdana bi xakê ve û pêkanîna armancên xwe zêde dike."

Ubeyd El Nehar piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman û got: "Li hemberî van êrişan em ê piştgiriyê didin QSDʹê. Em ê bibin bedenek û welat, xak û rûmeta xwe biparêzin."

Şêniyên gundê Bênê yê Şêrawayê jî girêdana xwe ya bi xaka xwe û xeta berxwedanê ve nîşan da.

/kr/uploads/files/2022/11/27/204429_-_2.webp

Welatiya bi navê Wîdad Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk rojane gundê Bênê û gundên derdora wê topbaran dike û komkujiyan li dijî zarok û welatiyan pêk tîne da ku herêmê vala bike û dagirker bike.

Wîdad Mihemed got: "Bi berxwedan û têkoşînê em ê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin."

/kr/uploads/files/2022/11/27/204337_-_1.webp

Mihemed Cûma jî destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk gund dike hedef û got: "Rojane bi dehan topan li ser me dibarîne da ku berxwedana me lawaz bike."

Cûma Mihemed anî ziman ku planên dewleta Tirk a dagirker û wê têk biçin û got: "Planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca lawazkirina wê têk biçin. Ji ber ku em bi xak pêşiyên xwe ve girêdayî ne."

/kr/uploads/files/2022/11/27/204245_-.webp

Welatiyê bi navê Fîras Oso bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êriş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Em ê xeta berxwedanê bidomînin. Em dev ji têkoşînê bernadin heta ku tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZSc4Dv7ychU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>