Kurdên li Şamê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir

Bi dehan Kurdên li taxa Zorava ya Şam, salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir.

Kurdên li Şamê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
27 mijdar, 2022   20:35
ŞAM

Di destpêka çalakiyê de endama rêveber a Kongra Star a Şamê Berçem Yûsif salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina Kurdan ji dagirkeran û siyasetên qirkirin û hegemoniyê yên ku bi sedên salan li dijî wan tên meşandin partî damezirand.”

Berçem Yûsif anî ziman ku PKKʹê wek berdewamiya şoreşên Şêx Seîd, Seyid Riza û gelek kesên din e yên mîna wan ku ji bo Kurdan û azadiya wan gaveke şoreşgerî bû.

Berçem Yûsif destnîşan kir ku PKKʹê li ser bingehên edalet û wekheviya di navbera hemû beşên civakê de hat damezirandin û yek ji partiyên herî pêşîn ên ku banga mafên jinan dike.

Di dawiya axaftina xwe de Berçem Yûsif got: “Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker dîsa jî partî xebata xwe dewam kir û sala xwe ya 45’emîn derbas kir û dê heta pêkanîna serkeftinê dewam bike.”

Li dawiya çalakiyê siloganên şoreşgerî hatin berzkirin.

(mh)

ANHA