​​​​​​​′Jin, Jiyan, Azadî bû diruşmayeke gerdûnî ya pêkanîna demokrasî û azadî′

Seroka Komeleya Tunisî ya Jinên Demokratk Nayle El Zexlamî da zanîn ku bilindkirina dengê jinan û banga pêkanîna wekheviya giştî û aktîfkirina wê di qanûnê de dê zihniyeta baviksalarî têk bibe û got, "Diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû diruşmayeke gerdûnî ya pêkanîna demokrasî û azadiyê."

​​​​​​​′Jin, Jiyan, Azadî bû diruşmayeke gerdûnî ya pêkanîna demokrasî û azadî′
28 mijdar, 2022   04:39
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Jinên li Rojhilata Navîn li hember Şerê Cîhanê yê Sêyemîn in. Sedema wî şerî jî rejîmên desthilat û dîktator in ku xwe li ser bingehên çewisandin, talankirina civakan û dagirkirina nirx û cewhera jinan, derbekirina şoreşa wê ya banga azadî, demokrasî û wekheviyê dike, hate avakirin.

Zihniyeta baviksalarî di kesayta dewleta Tirk a dagirker de derdikeve holê. Dewleta Tirk a dagirker sûcên hovane ya tundiya fikrî, zayendî, fîzîkî û çandî li dijî jinê pêk tîne, nexasim li dijî herêmên Sûriyê yên dagir kirine. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî di 10 mehên dawî de, 9 jin qetil kirin û 46 jî revandin, li kêlek wê jî bi rêya êrişên xwe yên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin tên hedefgirtin.

′PARASTINA JINAN DI ŞERAN DE′

Li ser vê yekê Seroka Komeleya Tunisî ya Jinên Demokratîk Nayle El Zexlamî bal kişand ser qanûnên parastina jinan di şeran de dikin û wiha got: "Di dema şeran de hin qanûn hene parastina jinan dikin, her wiha parastina jinên çalakger ên sivîl dikin."

Nayle wiha domand "Ev qanûn gelek in û di mîsaqên navneteweyî yên mafên aborî û civakî de ne. Her wiha di hin peymanên navneteweyî ya di bendên NY′yê de jî hene. Ger hate aktîfkirin, dê di dema şeran de jin werin parastin an jî wê cihên guncaw ji wan re ji bo parastina bandorên neyênî yên ji ber şeran derdikevin, were pêkanîn."

′TUNDÎ Û QETILKIRINÊ REWA DIKIN′

Ruxmî hemû qanûnan, lê piranî sûcên tundiya li dijî jinan bê cezakirin dimînin. Nayle li ser vê yekê îşaret bi sedemên efûkirina sûcdarên sûcên tundiya li dijî jinan kir û wiha domand: "Zihniyeta baviksalarî zihiniyeta mêr bi xwe ye û rûmeta jinan di şerefa wan de dibînin. Ev zihniyet an tundî yan qetilkirin an jî hwd dadimezirîne û rewa dike. Ji ber wê sûcdar ji cezayê difilite."

Ji bo têkbirina vê zihniyetê Nayle da zanîn ku divê jin helwestên xwe bikin yek û dengê xwe bilind bikin, da ku sûcdariyên tundiya li dijî wan dikin, bê cenaz nemînin û wiha pê de: "Divê jin dîwarê bêdengiyê bişikînin û hemû sûcên tundiya li dijî wan aşkera bikin."

′DIVÊ JIN DENGÊ XWE BILIND BIKIN′

Nayle bal kişand ser bandora zihniyeta desthilatdar û rola wê di zêdekirina tundiya li dijî jinan de û wiha axivî: "Rejîmên desthilat xwepêşandanên jinan li ser siyasetên xwe xeter dibînin, çi li Sûriyê, çi li Efganistanê çi jî li Îranê dibe. Ji ber ku rejîmên baviksalarî derketina jinan li qadan bêyî lixwekirina laçikê mîna gefa li dijî wan  û li dijî civakê ye."

Nayle teqez kir ku divê jin dengê xwe bilind bikin û banga wekheviya giştî û aktîfkirina wan di qanûnê û li pêş qanûnê bikin û wiha li gotina xwe zêde kir: "Dê ev yek zihniyeta olî têk bibe, zihniyet û qanûnên xwe dispêrin şareza, demokrasî û aqilmendiyê ava bikin, ol û siyasetê ji hev cuda bikin."

Li ser rola tevgerên hiqûqî û jin di têkbirina zihniyeta baviksalarî de Nayle ev tişt got: "Divê tevgerên hiqûqî û jin hevgirtî bin û dengê xwe li dijî kesên sûcan dikin û ji cezayê difilitin bilind bikin, bi taybet di mijara sûcên şeref an jî zewica temembiçûk an jî qetilkirina jinan de."

Têkildarî rêbaza misogeriya di serkeftina li hember zihniyeta baviksalarî de Nayle ev tişt anî ziman: "Destpêkê, Tevgera hiqûqî û jinan heye, karê hemwelatîbûnê di parastina jinên rastî tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û gotinî de tên dike. Li vir jî rola jinan tê, da ku van sûcan aşkera bikin."

′DEM DEMA DEMOKRASIYÊ YE′

Nayle ev tişt got: "Em di rewşa demokrasî û dema danîna qanûnan de ne ku mafên jinan û wekheviyê pêk bînin. Ev serhildan mîna mîxekî di texta dîktator û rejîmên xwe dispêrin olê de ye. Her wiha mîxek di texta her desthilat, hegemon û desthilata mutleq de ye."

Nayle destnîşan kir ku divê ev serhildan dewam bikin, destekê ji van rêxistinan bigirin. Divê peymanên navneteweyî yên ji bo avakirina welatan jiyaneke birûmet ji jinan re misoger bikin.

′SERHILDANÊN JIN, JIYAN, AZADÎ XALA BER BI DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ VE NE′

Nayle diyar kir ku serhildanên jinan ên li ser bingeha diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ li dar in û dengê wê li tevahî cîhanê belav bûn, êdî bû diruşma gerdûnî li dijî zihniyeta baviksalarî û rejîmên desthilat. Ev diruşma bû nuqteya ber bi demokrasî û azadiyê.

Seroka Komeleya Tunisî ya Jinên Demokratk Nayle El Zexlamî ‎di dawiyê de wiha got: "Serhildan ji bo damezrandina dewleta şareza ye ku parastina mafên welatiyan bike. Divê jin û mêr, bi taybet ciwan di rêvebirina giştî, hilbijartin, namzetiyê de beşdar bin û di cihê biryara siyasî de beşdar bin."

(fr)

ANHA