Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Efrînê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Efrînê topbaran dike. Her wiha balafirên şer û yên kefşê li asîmanê herêmên Efrîn û Şehbayê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Efrînê topbaran dike
27 mijdar, 2022   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker gundên Soxanek, Meyasê, Zirneîtê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.

Her wiha hat diyarkirin ku balafirên şer û yên keşfê li asîmanê herêmên Şehba û Efrînê digerin.

ANHA