​​​​​​​Niştecihên kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê êriş şermezar kirin

Niştecihên kampa Ebû Xeşeb a li bakurê Dêrazorê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got divê heta nefesa dawî li hember dewleta Tirk a dagirker berxwedanî dewam bike.

​​​​​​​Niştecihên kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê êriş şermezar kirin
27 mijdar, 2022   15:42
DÊRAZORÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bakurê Dêrazorê meşeke girseyî li kampa Ebû Xeşeb ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Tê de niştecihên kampê, nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" û"Em parastina destkeftiyên şoreşê bikin" hildan.

Meş li kampê geriya û li qada avahiya rêveberiya kampê sekinî. Li wir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek hate dayîn û ji hêla endamê tevgerê Yasir El Ebdullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Îro salvegera 44′emîn a damezrandina tevgera azadiya Kurdistanê ye ku meşaleyên azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî pêxistin. Vê tevgerê bi ruhê fedaî û têkoşerî têkoşîn kir û bi hezaran şehîdan di şerê li dijî DAIŞ′ê de da, heta di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bû.

Li welatê me ewlehî û îtîqrar belav bû, lê piştî hilweşîna DAIŞ′ê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide tolê wê hilîne.

Em ê li hember dewleta Tirk a dagirker heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin, bijî QSD′ê."

(fr)

ANHA