​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê sersaxiya malbatên şehîd Hisên û Selmo xwest

Şêniyn Til Hemîsê ya Qamişlo sersaxiya malbatên şehîdên ku bi destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbûn xwest û got, "Em heta serkeftinê li ser rêya şehîdan in."

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê sersaxiya malbatên şehîd Hisên û Selmo xwest
27 mijdar, 2022   15:47
QAMIŞLO

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî li pêş Meclisa navçeya Til Hemîsê kom bûn û sersaxiya malbatên şehîdên ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker li nuqteya parastinê ya li kampa Holê de şehîd bûbûn, xwest.

Karwana şêniyan ji gundê Meslose yê bakurê Til Hemîsê bi rê ket, da ku sersaxiya malbata şehîd Hisên Ehmed El Dawûd bixwazin, piştre berê xwe da gundê Xirnata ku sersaxiya mablata şehîd Selmo Mihemed El Deham bixwazin û li wir hevserokê Meclisa PYD′ê ya Til Hemîsê Xalib Sedon wiha gotin: "Em li ser şehîdên xwe xemgîn nabin, lê belê jê nirxên moralê digirin."

Sedon wiha domand: "Em niha rastî êrişên siyasî, leşkerî û fikrî tên. Dewleta Tirk a dagirker ciwanan hedef digire, lê nikare vîna me bişikîne."

Xalib Sedon di dawiyê de wiha got: "Em ê li ser şopa şehîdên xwe ku di oxira parastina vê xakê de canê xwe daye, bimeşin. Em ê dewleta Tirk a dagirker têk bibin û dê projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye yek, bi ser bikeve."

(fr)

ANHA