​​​​​​​Kaniya Kurdan û Mezreya Dawûd ên Kobanê tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker taxa Kaniya Kurdan û Mezreya Dawûd ên Kobanê topbaran dike.

​​​​​​​Kaniya Kurdan û Mezreya Dawûd ên Kobanê tên topbarankirin
27 mijdar, 2022   15:20
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran taxa Kaniya Kurdan û Mezreya Dawûd ên rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Di danê nîvro de bi guleya artêşa Tirk a dagirker zaroka bi navê Mecdar Mihemed (12) li taxa Kaniya Kurdan birîndar bû.

(fr)

ANHA