​​​​​​​Artêşa Tirk karwaneke hêzên Rûsyayê hedef digire

Artêşa Tirk a dagirker karwaneke hêzên Rûsyayê, dema hewl dida lojîstîkê ji nuqteyên hêzên hikumeta Şamê re yên li gundê Til Gerabît ê Til Temirê re rêke, topbaran kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk karwaneke hêzên Rûsyayê hedef digire
27 mijdar, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê de hatine bidestxistin, beriya çend kêliyan karwaneke hêzên Rûsyayê ji gundê Til Cuma yê Til Temirê berê xwe da gundê Til Gerabît, da ku madeyên lojistîkî bigihîne nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li heman gundî.

Lê hate zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ew karwan yekser hedef girt û neçar kir ku vekişin û nikaribin xwe bigihînin nuqteyên hêzên hikumeta Şamê.

Di heman demê de hate zanîn ku tu zirar bi karwanê nebûye û ev cara yekemîn e ku hêzên Rûsya ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê tên hedefgirtin. Lê derdora baregehên Rûsyayê yên li herêmê gelek caran hate topbarankirin.

(fr)

ANHA