Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, derketin qadan. Şêniyan tekez kir ku heta serkeftinê ew ê bi hêzên leşkerî re hevgirtî bin û piştgiriyê bidinê.

Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
Şêniyên kantona Qamişlo êrişên qirkirinê şermezar kirin
27 mijdar, 2022   13:52
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane gel, binesazî û navendên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Li aliyekî din jî gel li hemberî êrişan berxwedana xwe didomîne.

Ji bo şermezarkirina van êrişan, Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li dar xist. Bi sedan şêniyên Qamişlo, Tevgera Civaka Demokratîk û tevgerên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamên saziyên çandê yên bajêr beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî ya rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Tê de alên Tevgera Civaka Demokratîk, alên Partiya Yekitiya Demokratîk, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdên komkujiya Dêrikê û şehîdên bombebarana dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatin bilindkirin. Her wiha dirûşmayên "Bijî berxwedana gelan" û "Bijî berxwedana rêber Ocalan" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq bi navê Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê axivî. Îshaq di axaftina xwe de tekez kir ku ew di parastina axa xwe de bi israr in ku li kêleka hêzên leşkerî yên herêmê bin û got: "Em pêkhate, hêza xwe ji hevgirtina xwe û hêzên xwe yên leşkerî digirin. Hêzên leşkerî ji bo ewlehiya welat fedakariyê dikin."

Ji aliyê xwe ve Ebdulkerîm Saroxan jî di axaftinek xwe ya li ser navê Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê de, bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina têkoşînê li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha got: "Îradeya me û hêzên me ji bo parastina herêmê ji êriş û sûcên dewleta Tirk, mertaleke xurt ava dikin."

Saroxan bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk a dagirker hin hincetên bêbingeh ji bo êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê esas digire û wiha pê de çû: "Tişta ku dagirkerî dixwaze, qirkirina gelê herêmê û şikandina vîna me ye."

Saroxan di dawiyê de tekez kir ku ew ê heta serkeftinê destekê bidin hev û piştgiriya hêzên xwe bikin.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uS-cgugPrw8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandan ji Qada Şehîd Xebat a rojavayê navçeyê dest pê kir.

Xwepêşandêran wêneyên şehîdan, wêneyên şehîdên komkujiya Dêrikê û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Erdogan dijminê mirovahî û civakan e" û "Erdogan kujerê zarokan e" hatin bilindkirin.

Xwepêşandêr li kolanên navçeyê geriyan û dirûşmayên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jinê, her wiha dirûşmayên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.

Girseya gel, li navenda bazara navendî ya navçeyê rawestiyan û xwepêşandan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û 44'emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Berekat bal kişand ser girîngiya hevgirtina pêkhateyên herêmê di vê qonaxa hestiyar de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide êrişeke nû li dijî herêmê bike û wiha got: "Dewleta Tirk her tim li dijî projeya neteweya demokratîk derdikeve û hewl dide têk bibe."

Berekat wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê di encama hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li dijî çeteyan de, veguherî şoreşeke cîhanî. Ez bang li hemû pêkhateyên herêmê dikim ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ku wan dike hedef, bisekinin."

Berekat herî dawiyê wiha got: "Pêwîst e em nekevin xefka şerê taybet ê ku dewleta Tirk bi rêya medyaya xwe pêşengiya wê dike. Em ê têkoşîn û berxwedanê li kêleka hêzên ku parastina herêmê dikin, bidomînin."

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oQfsR7nsmEM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Birakê bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl bi diruşma "Na ji dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" xwepêşandanek li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Firinê ya li başûrê navçeyê tevî diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana QSD′ê û hildana wêneyên rêber Ocalan dest pê kir.

Li Çarxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê, xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama HPC′ê ya Til Birakê Şeya El Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û wiha got: "Erdogan bi hinceta teqîna Stenbolê êrişên hovane ji qetilkirin û wêrankirinê pêk tîne."

Şeyma wiha domand: "Erdogan faşîst welatî û binesaziya herêmê hedef digire."

Li aliyekî din jî hevseroka Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Birakê Efaf Salih behsa armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî herêmê kir û wiha got: "Bi rêya têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, Erdogan hewl dide desthilatiya xwe dirêj bike û di hilbijartinên xwe de bi ser bikeve."

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7uUFOCtBGQY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Dêrikê jî, bi sedan şênî û herêmên Berav û Koçerat, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl berê xwe da Qada Azadî ya li bajêr û hemû sûk û dikanên bazirganiyê hatin girtin.

Xwepêşandan li kolanên navçeyê geriyan, tê de wêneyên Komkujiya Dêrikê hatin hildan. Xwepêşandan li pêş Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li rojavayê navçeyê vegerî mîtîngê.

Li wir endama rêveber a Kongra Star Fatme Ebdullah îşaret bi hevgirtin û îsrara pêkhateyên herêmê ya berxwedan û parastina destkeftiyên Şoreşa 19′ê Tîrmehê kir û wihagot: "Sûcên dewleta Tirk nikarin têkoşîna me bişikînin."

Her wiha endamê rêveber ê PYD′ê ya Dêrikê Mihemed Seîd diyar kir ku derketina bi sedan êniyan di xwepêşandanan de bersiva li ser sûcên dewleta Tirk e û wiha got "Em ê destekê bidin QSD′ê û me heta pêkanîna azadiyê rêya têkoşînê hilbijartiye."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana QSD′ê bi dawî bûn.

(hs-fr)

ANHA