Fîlmê 'Destana PKK`ê' têkoşîna 50 salan vedibêje

Fîlmê ʹʹDestana PKK'êʹʹ rastiya rêber Abdullah Ocalan, fikrê wî û peyama mirovahiyê ya PKK bi mûzîk û çîrokan vedibêje. Fîlm dê di salvegera 44’emîn a damezirandina PKKʹê were pêşandan.

Fîlmê 'Destana PKK`ê' têkoşîna 50 salan vedibêje
26 mijdar, 2022   05:37
QAMIŞLO – XALID ETÊ

Şoreşa jinê ya li dijî pergala baviksalarî, rastiya Abdullah Ocalan û têkoşîna wî 50 salî ya li dijî pergalên dagirker, qonaxên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tê re derbas bûne, şoreşa Rojava û fikr û felsefeya neteweya demokratîk ku çareseriya hemû pirsgirêkên mirovahiyê ye,  peyamên fîlmê muzîkal “Destana PKK” ne.

Der barê fîlmê “Destana PKK” û peyama wê de, ji endamên ekîba fîlm Diyar Hiso ji ANHAʹyê re axivî.

Diyar Hiso: “Fîlm muzîkeke destanî û çîrokî ye ku têkoşîna tevgera apoyî ya 50 salî û destanên şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bi saya wan gelê Kurd ji mirinê ber bi vejandinê ve çû û hîna dewam dike vedibêje, her wiha roj û kêliyên jiyana gerîla, baweriya wan a bi serkefinê ku ji mirovahiyê re bûye hêviyek îfade dike."

Hiso destnîşan kir ku fikreya fîlmê û muzîkê berhema keda salan a “Awazê Çiya” ye ku di bin sîwana Akademiya Şehîd Sefqan de kar dike û got: "Karekî hevbeş ê Tev-Çand, Sine Çiya, Awazê Çiya, Komîna Fîlm a Rojava û Saziya Pargîn e."

Diyar Hiso got, xebata li ser deng û muzîk, nivîsandina stranan bêtirî 5 salan dewam kir û piraniya fîlmê li Rojava di 5 mehan de hat kişandin.

Hiso diyar kir ku fîlm dê di salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê  de were weşandin.

Di dawiya axaftina xwe de Diyar Hiso got: “Em dixwazin bi rêya vê fîlmê peyama rêber Ocalan û PKK’ê, hêvî, hezkirin, jiyan û nirxên mirovî vedibêje.”

 (mh)

ANHA