​​​​​​​Rêveberiya Kampa Holê: Eger kamp ji kontrolê derkeve dê kareset biqewime

Endam rêveber a kampa Hol destnîşan kir ku eger kamp ji kontrolê derkeve dê karesatek mezin biqewime û destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk 33 komele û rêxistinan karê xwe li kampê rawestandin.

​​​​​​​Rêveberiya Kampa Holê: Eger kamp ji kontrolê derkeve dê kareset biqewime
25 mijdar, 2022   23:40
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Mijdarê de noqteyeke hêzên parastinê ya kampa Holê kir hedef. Di encamê de hejmarek malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampê reviyan. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo wan malbatên revyayî dest bi lêkolîn kirin.

/kr/uploads/files/2022/11/25/200242_-.webp

Endama rêveber a kampa Holê Cîhan Henan diyar kir ku piştî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDʹê ji ber tevgera çeteyên DAIŞʹê û bûyerên tundî û aloziyê li kampê li dar xistibû, rewşa kampê hinekî aram bibû.

Cîhan Henan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser kampê hişt ku çeteyên DAIŞʹê yên li hundirê kampê çalakî bibin û di encamê de alozî derket û got: "Eger rewşa kampê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve neyê kontrolkirin em ê li pêşberî karesateke mirovî re rû bi rû bimînin."

Cîhan Henan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi balafiran nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parastina kampê kirin hedef, piştî vê êrişê 33 rêxistin û komeleyên ku li kampê kar dikrin, karê xwe sekinadin. Her wiha da zanîn ku tenê Heyva Sor a Kurd û Xaça Sor a Navneteweyî karên xwe li kampê didomînin.

Cîhan Henan axaftina xwe wiha domand: “Di kampê de bêhtirî 53 hezar koçber, malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene. Eger ev êriş bidomin dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn kontrolê ji dest bidin û dê karesateke mezin biqewime û DAIŞ ji nû ve derkeve holê.”

Endama rêveber a kampa Holê Cîhan Henan wiha li axaftina xwe zêde kir: “Kampa Holê bi fermî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye, hemû hêzên di hundir kampê de li hember êrişên dewleta Tirk tu daxuyaniyên şermezarkirinê neda. Eger malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê birevin dê metirsiyê ne tenê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê tevahiya cîhanê.”

(mh)

ANHA