Matay Hena: Ji bo parastina gelê xwe em ê li pêş bin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena diyar kir ku şervanên meclisê ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê ji êrişên dewleta Tirk, amade ne.

Matay Hena: Ji bo parastina gelê xwe em ê li pêş bin
26 mijdar, 2022   01:45
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê ve êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û rasterast sivîl û binesaziyê dike hedef.

Têkildarî mijarê, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êriş û sûcên xwe zêde kirine û li tevahiya herêmê deverên ku şênî lê hene, navendên xizmetguzariyê û yên tenduristiyê dike hedef.

Matay Hena wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê, bûn sedema şehadet û birîndarbûna bi dehan sivîl û şervanan. Êrişî gundên Suryan û Asûran jî kirin, ev yek jî ji bo dagirkirina erdnîgariyeke zêdetir a herêmê tê kirin."

Hena wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk hewl dide bendan bişikîne û dorpêça li ser çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de rake. Herî dawî hêzên parastina Kampa Holê û nuqteyên din ên parastinê kirin hedef, da ku ji nû ve çeteyên DAIŞ'ê amade û bi rêxistin bike û li herêma me ya ewle operasyonên terorê pêk bîne."

Hena wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker siyaseta koçberkirin û guhertina demografiya herêmê bi êrişên li ser binesaziyê û hedefgirtina navendên jiyanî û xizmetguzariyê yên ku xizmeta gel dikin, dimeşîne. Vê jî ji bo ku gel neçar bibe ji xak û herêmên xwe koçber bibe, dike."

Hena hêzên navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bi taybet Rûsya û Koalîsyona navneteweyî berpirsyar dît û wiha got: "Di rûbirûbûna her dagirkeriyekê de ku hewl dide hevgirtina civakî ya ku pêkhateyên herêmê pêk anîne têk bibe, em ê bibin xwedî rola yekemîn û sereke."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena herî dawiyê tekez kir ku ew ê ji bo parastina gelê xwe û axa xwe ya di nava xaka Sûriyê de, li hember her dagirkeriyeke biyanî ya li ser herêmê, her li pêş bin û dudil nebin.

(hs)

ANHA