Eşîrên Ereban: Ji bo têkbirina êrişan li dora QSD'ê kom bibin

Rûspiyên eşîrên Ereban ên kantona Hesekê bang li gelê herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kom bibin. Her wiha bang li hikumeta Şamê jî kir ku erkên xwe di parastina xaka Sûriyê de bi cih bîne.

Eşîrên Ereban: Ji bo têkbirina êrişan li dora QSD'ê kom bibin
26 mijdar, 2022   04:30
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Ji 19'ê Mijdarê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişên tund ên dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên şer tê. Di encamê de komkujî li dijî gelê herêmê pêk anî û navendên xizmetguzariyê kirin hedef.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava raya giştî de bû sedema bertekên tund. Rûspiyên eşîrên Ereb ên Hesekê tekez kir ku kombûna gelê herêmê ya li dora QSD'ê, yekane rêya pêşîgirtina li hemû êrişên li ser herêmê ye.

/kr/uploads/files/2022/11/25/200610_-large.webp

Têkildarî mijarê, ji rûspiyên qebîleya El Cibûr a herêma Cizîrê Ekrem Mehşûş got divê hemû eşîrên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û gelê wê bibin yek.

Mehşûş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirineke navneteweyî dest bi êrişên xwe kiriye.

Mehşûş bang li hikumeta Şamê kir ku li hemberî van êrişan helwesteke cidî nîşan bide û wiha got: "Divê em deriyê diyalogê vekin û çareseriyan pêşkêş bikin da ku em bigihêjin encamên erênî ku xizmeta hemû beşên Sûriyê bike û parastina xaka me û gelê me bike."

/kr/uploads/files/2022/11/25/200630_-large.webp

Rûspiyê eşîra El Sade ya bajarê Hesekê Hesen El Haşimî jî êrişên dewleta Tirk a dagirker wek xelekeke nû ji rêzeêrişên dewleta Tirk ên li dijî serweriya Sûriyê bi nav kir.

El Haşimî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û belavkirina gelên wê ye. Her wiha bal kişand ser helwesta navneteweyî ya xemsar a li hemberî êrişên dagirkeriyê û wiha got: "Bêdengiya hêzên navneteweyî zemîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê amade kir."

El Haşimî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê bibe yek. Her wiha bang li wan kir ku “li dora zarokên xwe yên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de” kom bibin da ku hemû êrişên li ser herêmê têk bibin û ewlehî û aramiyê pêk bînin.

(hs)

ANHA