Rojnamevanan ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk pêngavek ragihand

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêbazên şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û berxwedana şêniyan nîqaş kirin û pêngavek ji bo belgekirina sûcê û êrişên dewleta Tirk ragihand.

Rojnamevanan ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk pêngavek ragihand
25 mijdar, 2022   15:09
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) civînek awarte ji rojnamevanan re li dar xist. Di civînê de rêbazên şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, her wiha rêyên pêşxistina têkiliyan bi saziyên ragihandinê re hatin nîqaşkirin. Di dawiyê de hemleyek ji bo belgekirina sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker hat ragihandin.

Civîn li nivîsgeha YRAʹyê ya li Qamişlo hat lidarxistin. Hevseroka YRAʹyê Malva wiha axivî: “Di çarçoveya giranbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de, me xwest bi em hevalên xwe yên rojnamevan û nûçegihan re bicivin da ku em rêbazên baştir ên şopandina bûyeran û pêşxistina têkiliyên bi saziyên ragihandinê re nîqaş bikin.”

Di civînê de gelek xal û astengiyên li pêşiya xebatên ragihandinê û rojnamevanan û hedefkirina wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin nîqaşkirin.

Rojnamevanan destnîşan kir ku ew ê heta karibin rastî û siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re teşhîr bikin.

Di dawiyê de pêngavek ji bo belgekirina êrişên dewleta Tirk a dagirker hat ragihandin. Saziyên ku dê beşdarî hemleyê bibin ev in " Tora Rojnamevanên Kurd (S K J N), Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Rojava Informasyon Center (R I C),  Feelancer, Media Academy û Komeleya Photographic.

(mh)

ANHA