​​​​​​​Dagirker êrişê du gundên Minbicê dikin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Minbicê topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

​​​​​​​Dagirker êrişê du gundên Minbicê dikin
25 mijdar, 2022   14:26
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyada û Kawkilî yên dikevin rojavayê bajarê Minbicê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dane ANHAʹyê,  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji noqteyên li gundên Zerzûr ê rojhilatê bajarê Babê û noqteya li gundê Şêx Nasir ê başûrê rojavayê bajarê Cerablûsê, her du gundên navborî dane ber topan.

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li eniyên şer ên rojavayê bajar digerin.

(bb)

ANHA