​​​​​​​Li Tirbespiyê şênî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk derketin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê di xwepêşandanekê de tekez kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê têkoşînê bilin bikin.

​​​​​​​Li Tirbespiyê şênî li dijî sûcên dagirkeriya Tirk derketin
25 mijdar, 2022   13:02
 QAMIŞLO

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina binesaziya herêmê xwepêşandan kir.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda Kongra Star a li rojhilatê navçeyê dest pê kir û di sûka navendî re dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriya Demokatîk berz kirin û pankertên bi nivîsên “divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin” her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Dêrikê yên ku 20`ê Mijdarê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, rakirin.

Li sûka navendî xwepêşandan veguherî mitîngê. Li wir, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û êriş û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan sûcan, şermezar kirin.

Şakir da zanîn ku ev êriş komployeke nû li dijî gelê herêmê ye, ku di oxira parastina şoreşa xwe ji dagirkeran de bi hezaran şehîd dan û got “Em li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bikin.”

ANHA