Li Hesekê şehîd Qomo hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Mîlad Mûnîr Mîro oxir kir. Şêniyan tekez kir ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ser şopa wan bin.

Li Hesekê şehîd Qomo hat oxirkirin
25 mijdar, 2022   12:55
 HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hseekê, endamê Partiya Yekitiya Suryan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan beşdarî merasima oxirkirina şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Mîlad Mûnîr Mîro (Qomo) bûn, ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî di 24`ê Mijdarê de li herêma hawizê Xabûrê şehîd bû.

Cenazeyê şehîd ji pêş Dêra Mar Cerces wergirt û bi karwanekî bi dehan erebeyan ber bi goristana şehîdên Suryan-Asûr a li bajarê Hesekê ve bi rê ketin.

Ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, tenê wesîqeya şehadetê radsetî malbatê hat kirin û di nav tilîliyên dayikan de şehîd hat veşartin.

ANHA