Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê û bi diruşma "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî" jinên herêma Efrînê meşek li dijî tundiya li ser jinan li dar xist.

Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
Jinên herêma Efrînê tundiya li ser jinê şermezar kir
25 mijdar, 2022   12:20
ŞEHBA

Kongra Star a herêma Efrînê bi boneya 25′ê Mijdarê meşek li kampa Serdemê ya Şehbayê li dar xist, tê de jinên herêmê beşdar bûn.

Beşdaran pankartên "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî", "Qirkirina jinan qirkirina civak û mirovahî ye", "Bilindkriina têkoşîna jinan garantiya azadiya rêber Apo ye", "Na ji tundiya li dijî jinan re" hildan.

Meş li qada Parka Rêber Apo ya li gundê Til Sosîn veguherî mîtîngê, li wir endama rêveber a Kongra Star Elîf Mihemed berxwedana jinan li Şehba, Efrîn û tevahî cîhanê pîroz û silav kir.

Elîf wiha got: "Jinê li Kurdistanê kesayeta xwe di tevahî aliyên siyasî, aborî, çandî û hwd de li hember zihniyeta baviksalarî îsbat kir û ji bo azadiya xwe tê koşiya."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a herêma Efrînê Menal Şêxo berxwedana Şoreşa Rojava û Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir.

Menal got dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrişê herêmê dike û jinanên pêşeng ji bo şikandina vîna jinan û vîna civakê hedef digire.

Li dawiyê sînevîzyonek li ser dîroka tundiya li ser jinan hate pêşandan. Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA