QSD: 12 leşkerên Tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin

QSD`ê ragihand ku di operasyonên xwe de ku di çarçoveya mafê parastina rewa de li dar xistiye 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çeteyên wê hatine kuştin.

QSD: 12 leşkerên Tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin
25 mijdar, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand:

Tê de wiha nivisî: “Di çarçoveya mafê parastina rewa de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin. Her wiha hêzên me di 5 rojên dawîn de hewldanên artêşa Tirk û çeteyên wê ku derbasî herêmê bibin, şikand û di encamê de şer rû da.”

ANHA