​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya naxwaze tevliheviya li başûrê Sûriyê bi dawî bibe

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku geşedanên li başûrê Sûriyê girêdayî helwesta Rûsyayê ne lê Rûsya jî naxwaze li herêmê tevlihevî biqede û rewşa ‘ne şer û ne jî aştî’ dewam bike.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya naxwaze tevliheviya li başûrê Sûriyê bi dawî bibe
25 mijdar, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa li bajarê Dera yê Sûriyê, dosyaya gazê ya di navbera Ewropa û Cezaîrê de û rewşa Lubnanê mijarên rojnameyên erebî yên îro bûn.

‘TEVÎ HEWLDANÊN ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ JÎ HERÎ ZÊDE RÛSYA BAŞÛRÊ SÛRIYÊ KONTROL DIKE’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Dema şoreşa Sûriyê di Adara 2011ʹan de dest pê kir, welat wekî qada şerê bi wekîlan di navbera hêzên navneteweyî de hat wesifkirin. Rejîma Sûriyê ev yek wek komployeke bi serkêşiya aliyên navneteweyî bi nav kir ku armanca wê têkbirina helwesta erebî ye. Pê re hat gotin çareseriya li Sûriyê ne çareseriyeke hundirîn e. Lê pêwîstiya wê bi lihevkirineke di navbera hêzên derve de heye ku berjewendiyên wan di Sûriyê de hene.

Geşedanên li başûrê Sûriyê, bi hewldana Rûsyayê ve girêdayî ne ku dixwaze rê li pêşiya pêkhatina çareseriyekê bigire. Di heman demê de nêzîkbûna di navbera Eman û Şamê de, ji bo têkiliyên aborî, vekirina korîdoran û hêsankirina veguhastina kel û pelan piştî lihevkirina veguhastina gaza Misirê ji Lubnan re.

Ev bi giştî Rûsyayê neçar dikin ku hewl bide hebûna dewleta Sûriyê xurttir bike, ewlehiyê li başûrê welêt kontrol bike. Ji ber wê komên alîgirên xwe li başûr ava kirin; rewşa ‘ne şer û ne jî aştî’ li başûrê Sûriyê, torên qaçaxiyê, tunebûne aliyeke ewlehiyê ku rewşê kontrol bike. Li gorî çavdêran, Rûsya dixwaze he0ta demeke nediyar rewş wisa bimîne.”

‘TÊKILIYÊN GIRÊK ÊN EWROPA Û CEZAÎRÊ XEBATÊN SÛKA GAZÊ ASTENG DIKIN’

Der barê dosyaya gazê de rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Ewropî berê xwe didin Cezaîrê ji bo ku gazê li şûna Rûsyayê ji wir dabîn bikin. Lê bi Cezaîrê zêde bawer nakin ku bibe şirîkeke daîm. Ji ber ku lihevkirinên wê yên aborî bi helwesta wê ya siyasî ve girêdayî ye. Mîna di mehên borî de rû daye, dema xeta gazê ji Mexribê ber bi Spanyayê ve da rawestandin. Niha jî lihevkirinên bi Fransayê re tên astengkirin.

Li gorî raporan, lihevkirina gazê ya di navbera Fransa û Cezaîrê de dîsa rastî astengiyan hat, ji ber ku Cezaîrê careke din dan û standinên di vî warî de bi helwesta siyasî ve girê da.

Dewletên ewropî li bendê ne ku tedarîkên din ji Cezaîrê bigirin. Di 18`ê Mijdarê de şîrketa Enî ya petrolê û gazê ya Îtalyayê, ragihand ku ew pêşbîn dike tedarîkên gazê bi 2024`an re zêde bibin. Seroka koma Eni Loucia Calfossa bi bîr xist ku gaza alternatîfê gaza Rûsyayê dê ji Cezaîrê were ku dê bi 2024`an re tedarîkên xwe ji 9 milyar metrekab heta 18 milyar metrekab zêdetir bike. Bi rastî jî beşek jê gihaştiye û dê beşa din bi 2023`yan re hêdî hêdî bigihêje herêmê.”

‘LUBNANÊ NEKARÎ SEROKÊ XWE HILBIJÊRE’

Têkildarî rojeva Lubnanê jî rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Parlamentoya Lubnanê duh nekarî serokkomar hilbijêre, ji ber parçebûnên siyasî yên di navbera aliyên siyasî de.

Şanoya kaxizên spî dewam kir û senaryoya astengkirina hilbijartina serokkomar dewam kir. Nexasim ku nakokî di navbera nemzetên Qîwa El Sulta de didome. Li aliyekî din îtîlafa bloka muxalefetê jî di pêşniyarkirina Mîşel Miewed de bi israr in.”