​​​​​​​Li dijî Kobanê, kampa Eyn Îsa û rêya M4 êriş

Dewleta Tirk a dagirker gundekî rojavayê Kobanê, rêya M4 û kampa Eyn Îsa bi çekên giran topbaran dike.

​​​​​​​Li dijî Kobanê, kampa Eyn Îsa û rêya M4 êriş
25 mijdar, 2022   08:05
KOBANÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundê Ziyaret ê rojavayê Kobanê bi çekên giran ji baregehên xwe yên li nêzî bajarê Cerabulsê topbaran dike.

Her wiha da zanîn ku gundê Seyda yê rojavayê navçeya Eyn Îsa, rêya M4 û kampa Eyn Îsa ya rojavayê navçeyê bi çekên giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne topbarankirin.

Li gorî nûçegihanan topbaran berdewam e. Lê agahiyên têkildarî zirarên topbaranê nehatin bidestxistin.

ANHA