​​​​​​​Di operasyoneke QSD`ê de 4 çete hatin kuştin

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku di operasyoneke QSD`ê li dijî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker li devera navbera Til Temir û Zirganê de 4 çete hatine kuştin.

​​​​​​​Di operasyoneke QSD`ê de 4 çete hatin kuştin
25 mijdar, 2022   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan gotin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh pêncşemê operasyoneke leşkerî li dijî baregehên Minax û Kenhîr ên li herêma di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê de li dar xistiye.

Di encamê de li gorî çavkaniyan, 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di heman rojê de hewl dan bikevin herêmê. Lê hêzên leşkerî hewldanên wan şikandin û ew hedef girtin. Lê heta niha encama wê diyar nebûye.

ANHA