​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê, Federasyona Birîndarên Şer a Helebê, Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û Kongra Star a Şamê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew bi rêya hedefgirtina kampa Hol hewl dide DAIŞ’ê alîkariya wan bike.

​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′
​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′
​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′
​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′
​​​​​​​′Dewleta Tirk ji bo derxistina çeteyên DAIŞ′ê kampa Holê hedef digire′
24 mijdar, 2022   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a Hesekê – Herêma Cizîrê der barê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê yekitiyê Mihemed Mecîd Osman ve, li dîwana Edaleta Civakî ya Hesekê hat xwendin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hevkariya hêzên tarî yên Îxwan û DAIŞ’ê Osmaniyê vejîne, hedefgirtina hêzên parastinê yên kampa Hol nîşana vê yekê ye.

Her wiha yekitiyê soz da gel ku ew ê sûc û komkujiyên dagirkeriya Tirk eşkere bikin û birpirsên sûcên şer li dadgehên navneteweyî ceza bikin .

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YA HELEBÊ

Her wiha, Partiya Sûriya Pêşerojê -Meclisa Helebê- bi daxuyaniyekê ku ji aliyê endama rêveber a nivîsgeha partiyê Leman Şêxo ve hat xwendin, destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk di wergirtina erêkirinê ji civata navneteweyî de bi bin ket, ji ber wê jî wê berê xwe da çêkirina teqîna Stenbolê û tawanbarkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

Ev êriş dê nikaribin îradeya gelê herêmê têk bibin.

FEDERASYONA BIRÎNDARÊN ŞER A HELEBÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jIImIiVEr-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Her wiha Federasyona Birîndarên Şer a Helebê bi daxuyaniyekê ku ji aliyê endamê federasyonê Mistefa Heleb ve hat xwendin, êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û soza tolhildana şehîdan da.

Di daxuyaniyê de soza dewama têkoşîn, berxwedanê, parastina şoreşê û tolhildana şehîdan hate nûkirin.

YEKITIYA REWŞENBÎRAN A MINBICÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Rêxistinên civaka sivîl ku di oxira parastina mafên mirovan de tê kopiya û tê dikoşe û em parçeyek ji van rêxistinan in, em bi tundî van êriş û gefên xeternak şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo rewakirina êrişên xwe yên li dijî herêmê bihaneyên nerast derdixe.

MECLISA KONGRA STAR – ŞAM

Her wiha, Meclisa Kongra Star a Şamê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bi beşdariya endamên kongrê û jinên Zorava şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla endama meclisê Kîfa Ezîz ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a faşîst bi hatina 25’ê Mijdarê sûcên dermirovî pêk tîne û ev tişt hate gotin: " Em heta pêkanîna serkeftinê berxwedanê dewam bikin û mîrasa şehîdan biparêzin."

Di dawiyê de diruşma "Jin, Jıyan, Azadî" û"Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UrcG38PJgwU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u-Q6HNOufPE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>